بيانات

Xweşiktirîn pîrozbahî bi boneya cejna zimanê Kurdî

   Bi boneya cejna zimanê Kurdî di (15 ê) Gulanê de ofîsa ragihandina navendî ya Partiya çep a Kurd li Sûriyê li hemû miletê Kurd di tevahî Kurdistan de pîroz dike.

   Di vê şahiyên pir mezin di vê roja pîroz de werin lidarxistin ji ber ku weke tê zanîn ziman nasnameya gelane û zimanê kurdî nasnameya gelê Kurde û di heman demê dîrok, çand û hebûna wî ye.

   Ev ziman ji beriya hezarên salan de ji aliyê dijminên Kurdan de hate qedexekirin ku neyê xwendin û nivîsandin ji bo Kurd çanda xwe îfade nekin.

   Di vê rojê de divê em domdarê şoreşa ziman bin û li her qadê belav bikin ji bo ku nasnameya Kurdan ji nû ve were sazkirin bê tirs û guman.

Partiya çep a Kurd li Sûriyê

 Ofîsa ragihandina navendî  

مقالات ذات صلة

زر الذهاب إلى الأعلى